Serokê Sûriyê spasiya Serok Barzanî, Trump û serkirdeyên cîhanê kir ji bo rola wan di rêkeftinê de
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, piştî îmzekirina rêkeftina bi HSD’ê re, rola Serok Barzanî, Donald Trump û Emmanuel Macron bilind nirxand û ragihand, van serkirdan ji bo pêşîgirtina li dabeşbûna Sûriyeyê hewildanên mezin dane.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 18ê Çileyê di konferanseke rojnamevaniyê de, nûçeya rêkeftina dîrokî ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand. Şera di daxuyaniya xwe de bi taybetî spasiya serkirdeyên cîhanî û herêmî kir ku di vê pêvajoyê de xwedî rol bûn.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera destnîşan kir, di rojên borî de gelek welat û serkirde bi baldarî rewşa Sûriyeyê şopandine û ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê bûne alîkar. Şera got: "Serok Barzanî yek ji wan kesayetiyên sereke bû ku di gihîştina vê rêkeftinê de xwedî roleke giring û bibandor bû."
Şera herwiha spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Cîgirê Serokê Amerîkayê, Şandeyê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir ku bi berdewamî di peywendiyê de bûn da ku Sûriye ji parçebûnê rizgar bibe. Di heman çarçoveyê de, Serokê Sûriyeyê bal kişand ser rola serkirdeyên Tirkiye, Urdin, Erebistana Siûdî û Qeterê ku piştgirî dane yekparçeyiya xaka Sûriyeyê.
Ehmed Şera tekez kir ku hemû aliyên navborî li bendê bûn ku Sûriye ji rewşa dabeşbûnê derkeve û ber bi yekîtiyê ve bimeşe. Şera hûrgiliyên sereke yên rêkeftina bi HSD’ê re wiha bilêv kir:
- Ragihandina agirbesteke giştî.
- Bihêzkirina desthilata dewletê li herêmên Rojhilat û Bakurê Rojhilatê welat.
- Çespandina ewlehî û aramiya mayînde di navbera hemû aliyan de.