Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Sûriyê Ehmed Şera di peywendiyeke telefonî de, rewşa Sûriyê û pêşveçûnên dawî yên navçeyê gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Çileyê peywendiyeke telefonî ji aliyê Serokê Sûriyê Ehmed Şera ve wergirt. Di vê peywendiyê de, her du aliyan bi berfirehî li ser rewşa Sûriyê û geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehî rawestiyan.
Serok Barzanî û Ehmed Şera di gotubêjên xwe de tekez kirin ku parastina yekîtî, yekparçeyî û aramiya Sûriyê di vê qonaxê de xaleke stratejîk û giring e. Her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê pêşeroja welat û ewlehiya navçeyê de bi hev re parve kirin.
Ev peywendiya telefonî piştî wê yekê tê, Serokê Sûriyê Ehmed Şera îro gihîştina rêkeftineke nû bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand. Armancên sereke yên wê rêkeftina ev in:
- Ragihandina agirbesteke giştî li seranserî welat.
- Bihêzkirina desthilata dewletê li herêmên Rojhilat û Bakurê Rojhilatê Sûriyê.
- Dabînkirina ewlehî û aramiya mayînde ji bo welatiyan.