Mezlûm Ebdî: Em destkeftiyên gelê xwe diparêzin

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez kir ku, ew dest ji taybetmendiyên devera xwe bernadin û biryar e ku sibe, piştî civîna bi Serokê Sûriyeyê re, hûrgiliyên temam ên wê peymanê eşkere bike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Yekşemê (18.01.2026) di peyameka vîdyoyî de ragihand ku, ji roja 6ê Çileyê ve êrîşeka hovane û plankirî li ser wan hatiye kirin, ku têde hejmareka zêde ya kuştî û birîndaran dane û gelek kes aware bûne.

Fermandarê HSDê eşkere jî kir ku, her çend wan nedixwest biçin nav wî şerî, lê li ser wan hat ferzkirin û armanc jê qirkirin û wêrankirin bû.

Mezlûm Ebdî herwesa got: Berî ku sibe li Şamê li ser wê agirbestê nîqaş bikin, dê hin ronkirinan bide; amaje jî da ku, di wan çend civînan de yên ku wan di wê demê de kirine, wan bizav kiriye ku rêyê li wî şerî bigirin, lê mixabin ew şer ji aliyê çend aliyan ve hatibû plankirin û li ser wan hatibû sepandin, ku armanc jê şerê navxweyî bû.

Navbirî herwesa got: Ji bo ku kuştin û birîn zêde nake, bi taybetî di nav sivîlan de, û şer bê encam ma, me biryar da ku ji bo parastina gelê xwe û destkeftiyên şoreşê hêzên xwe ji deverên Dêrazorê û Reqayê vekişin Hesekeyê û li ser wê bingehê lihevkirin hat amadekirin.

Fermandarê HSDê herwesa got ku, piştî ku ew ji Şamê vegeriya û bi Ehmed Şerîa re civiya, dê hûrgiliyên zêdetir li ser wê lihevkirinê biweşînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, ew dê dest ji destkeftiyên şoreşê û taybetmendiyên deverê bernedin û têkoşîna wan dê bidome.

Navbirî li dawiyê jî spasiya xweragiriya gel û hêzên wê kir.