Li Dihokê erdhejek çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Erdhejek li Dihokê çê bû. Desteya Seqanasiyê ya Dihokê eşkere kir ku, ew erdhej bi hêza 3.6 li gorî pîvana Richterê bû û tu zirarên canî û madî jê çê nebûne.

Desteya Seqanasiyê ya Dihokê îro (Duşem, 19.01.2026) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Bêwar Hilmî re ragihand ku, erdhejek bi hêza 3.6 li gorî pîvana Richterê li Dihokê çê bû.

Desteya Seqanasiyê ya Dihokê herwesa got: Navenda wê erdhejê di navbera Dihok û Mûsilê de bû.

Her wê çavkaniyê amaje jî da ku, tu zirarên canî û madî ji wê erdhejê çê nebûne.