Galbraith: Divê mafên Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de bên destnîşankirin

Peter Galbraith
Peter Galbraith

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedar û dîplomatkarê Amerîkayî Peter Galbraith ragihand: Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê tu ezmûnek nîne û bêyî ku bizane Ehmed Şera kî ye, piştgiriyê dide wî. Herwesa got: Amerîkayê di dîrokê de gelek caran xiyanet li Kurdan kiriye, nabe Kurd li Sûriyeyê pişta xwe bi Amerîkayê germ bikin.

Siyasetmedar û dîplomatekî Amerîkayî Peter Galbraith ji Kurdistan24ê re ragihand: Rola Amerîkayê li Sûriyeyê alîkar nebû. Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barack tenê karê avahiyan dizane û di siyasetê de bê ezmûn e.

Peter Galbraith herwesa got: "Tom Barak bêyî ku bizane Ehmed Şera kî ye, piştgiriyê dide wî. Her Ehmed Şera û rejîma wî bûn ku êrîşî Elewî û Durziyan kir û bi hezaran jê kuştin, niha jî êrîşî Kurdan dikin. Ev rejîm êrîşî ser piraniya pêkhateyan dikin, lê Trump û Tom Barrack hîn jî piştgiriyê didin wê.

Navbirî amaje jî da: Xiyaneta Amerîkayê li gel Kurdan ne tiştekî nû ye, Kurdan dîrokeka tal bi xiyaneta Amerîkayê re heye. Herwesa got: Xiyaneta Amerîkayê li gel Kurdan her ji dema Henry Kissinger li sala 1975ê hebû heta sala 2019ê ku Donald Trump li Sûriyeyê xiyanet li Kurdan kir.

Wî siyasetmedarê Amerîkayî eşkere jî kir: Divê Kurd li Sûriyeyê pişta xwe bi xwe germ bikin. Nabe ew pişta xwe bi Amerîkayê germ bikin ji ber ku ev birêvebiriya niha ya Amerîkayê ne ya bawerê ye. Wan çavkaniyên xwe hene. Li şûna ku guh bidin Amerîkayê, bila feydeyî ji çavkaniyên xwe werbigirin.