Fransa: Em pêşwaziya agirbesta Sûriyeyê dikin û bo hevpeymanên xwe yên Kurd dilsoz dimînin

Alaya Fransayê
Alaya Fransayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Fransayê pêşwaziya agirbesta di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de kir û got: Em dê bo hevpeymanên xwe yên Kurd dilsoz bimînin.

Wezareta Derve ya Fransayê îro (Duşem, 19.01.2026) di daxuyaniyekê de pêşwaziya agirbesta di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi serokatiya Kurdan kir û tekez kir, Em dê ji bo hevpeymanên xwe yên Kurd dilsoz bimînin," ku di şerê li dijî DAIŞê de sermeşq bûn.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand: Em pêşwaziya peymana agirbestê dikin ku di 18ê Çileyê de di navbera Ehmed Şerîet û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin pêşwazî dikin. Amaje jî da ku, "Fransa dê ji bo hevpeymanên xwe yên Kurd dilsoz dimîne."

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera duhî (Yekşem, 18.01.2026) îmzekirina peymaneka nû bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihand. Armanca sereke ya vê peymanê ev e; ragihandina agirbestê, xurtkirina desthilatdariya dewletê li deverên rojhilat û bakur-rojhilatê wî welatî, û çespandina ewlehî û tenahiyê li deverên pevçûnê.

Hûrguliyên rêkeftinê bi vî awayî ne:

Yekem: Dosyaya Leşkerî û Ewlehiyê

- Agirbesta Giştî: Li seranserî eniyên şer û xalên rûbirûbûna di navbera artêşa Sûriyê û HSD’ê de agirbesteke tavilê û giştî hat ragihandin.

- Tevlîkirina Hêzan (Entegrasyon): Hemû hêzên HSD’ê derbasî ser peykerê (sazûman) Wezareta Parastinê ya Sûriyê dibin. Ev pêvajo wê bi awayekî "takekesî" û piştî lêkolîneke (wurdibînî) ewlehiyê pêk were. Di vê xalê de parastina taybetmendiya herêmên Kurdî hat garantîkirin.

- Dosyaya Kobanê: Çekên giran ji bajarê Kobanê tên derxistin. Ji bo ewlehiya bajêr, hêzeke ewlehiyê ya herêmî ya ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyê ve tê avakirin.

- Derxistina PKK’ê: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pabend dibin ku hemû endam û şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji axa Sûriyê derxînin.

- Şerê Dijî DAIŞ’ê: Dewleta Sûriyê pabend dibe ku erkê têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê berdewam bike.

Duyem: Dosyaya Îdarî û Rêveberiyê

- Radestkirina Herêman: Her du parêzgehên Dêrezor û Reqayê (çi di warê îdarî çi jî leşkerî de) tavilê radestî hikûmeta Sûriyê tên kirin.

- Saziyên Hesekê: Hemû saziyên sivîl ên parêzgeha Hesekê bi saziyên dewleta Sûriyê re tên yekkirin.

- Tayînkirina Parêzgar: Bi biryarnameyeke serokatiyê, parêzgarekî nû ji bo parêzgeha Hesekê tê destnîşankirin.

- Damerzirandin: Lîsteya navên berbijêrên HSD’ê tê pesendkirin da ku di post û pileyên cuda yên dewleta Sûriyê de werin tayînkirin.

Sêyem: Dosyaya Aborî û Mirovî

- Çavkaniyên Enerjiyê: Hemû kêlgeyên petrolê bi temamî radestî hikûmeta Sûriyê tên kirin.

- Girtiyên DAIŞ’ê: Dosyaya birêvebirina girtîgehan û kampên malbatên DAIŞ’ê derbasî bin desthilata hikûmeta Sûriyê dibe.

- Vegera Penaberan: Ji bo vegera koçber û awareyan bo herêma Efrînê û taxa Şêx Meqsûd a Helebê, lihevkirin û amadekarî tên kirin.

Tê çaverêkirin ku ev rêkeftin di demeke nêz de bikeve ware cibicîkirinê û bibe destpêka qonaxeke nû di dîroka Sûriyê de.