Bi hevahengiya Herêma Kurdistanê zêdetirî 170 koçberên Iraqî ji Lîbyayê tên vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Karbirêvebirê Balyozxaneya Komara Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf ragihand: Hikûmeta Iraqê amadekarî ji bo vegerandina 173 koçberên Iraqî temam kirine, ku bi rengekê neqanûnî derbazî nav axa Lîbyayê bûne.

Karbirêvebirê Balyozxaneya Komara Iraqê li Lîbyayê eşkere jî kir ku, pêvajoya vegerandinê di 21 û 22ê vê mehê de dê bê bicihanîn. Ji bo vê meremê jî, hikûmetê du balafirên C130 terxan kirine.

Ehmed Sehaf ron jî kir ku ev pêngav bi fermana Hikûmeta Iraqê bûye, ev jî wekî piştgiriya pêvajoya "vegera bi dilxwazî" ya welatiyan e.

Karbirêvebirê Balyozxaneya Komara Iraqê li Lîbyayê li ser rewşa koçberan jî got: Ew welatî bûne qurbaniyên torên qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan. Tekez jî kir ku, Balyozxaneya Iraqê li Terablisê hemî rêkarên qanûnî temam kirine.

Ehmed Sehaf tekez jî kir: Di dema mana wan a li Navenda Berhingarbûna Koça Neqanûnî de jî, alîkariyên mirovî yên wekî xwarin, derman û pêdivîtiyên navmalê jê re hatine dabînkirin.

Navbirî di pareka din a gotinên xwe de got ku, ew pêvajo ji hêla Wezareta Derve ya Iraqê ve û bi hevahengiya bi Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê tê bicihanîn, herwesa tîmeka bijîşkî ya taybetmend jî dê di dema veguhastina koçberan de bi wan re be da ku silametiya wan misoger bike.