Serok Barzanî û Mihemedê Hacî Mehmûd rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî Serokê Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir û her du aliyan proseya siyasî ya herêmê nirxandin.

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Çileyê pêşwazî li Serokê Serokê Partiya Sosyal a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd kir.

Di hevdîtinê de guftûgo li ser rewşa giştî û guhertinên dawî yên li herêmê hatin kirin. Her wiha di civînê de bi hûrgilî ronahî hate xistin ser proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê û peywendiyên navbera aliyên siyasî hatin gotûbêjkirin.