Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li Şamê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera civiya.

Jêderekî taybet ji Rêveberiya Xweser îro 19ê Çileyê ji Kurdistan24ê re piştrast kir, Mezlûm Ebdî gihîştiye paytexta Sûriyeyê Şamê. Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina hûrguliyên "rêkeftina stratejîk" a di navbera hikûmeta veguhêz û HSD’ê de ye.

Ev civîn piştî wê yekê tê, Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed Şera duh ragihandibû, ew ligel QSD’ê gihîştine rêkeftineke nû ku armancên wê yên bingehîn ragihandina agirbesteke giştî, xurtkirina desthilata dewletê li herêmên bakur û rojhilatê welat û mîsogerkirina asayîş û aramiyê li wan deverên ku di nava nakokiyan de ne.

Ev hevdîtina rûbirû ya li Şamê, wekî gaveke stratejîk ji bo siberoja Sûriyeyê tê nirxandin. Piştî salên dirêj ên şer û nakokiyan, cara yekem e ku serkirdayetiya HSD’ê û desthilata nû ya li Şamê di asta herî bilind de ji bo rêkeftineke mayînde dicivin.

Tê çaverêkirin ku piştî bi dawî bûna civînê, her du alî derbarê hûrgiliyên rêkeftinê û mekanîzmaya bicihbirina wê daxuyaniyên fermî bidin.