HSD: Kontrola Zindana Şedadê ji destê me derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi fermî ragihand, zindana Şedadê, ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê tê de ne, ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi Şamê ve ji bin kontrola wan derketiye.

Ev geşedana metirsîdar piştî wê yekê hat ku îro Duşemê 19ê Çileyê 2026an, zindana Şedadê rastî zincîreyek êrişên dijwar hev hat.

Di daxuyaniya HSD’ê de hat diyarkirin, şervanan ji bo rêgirtina li karesateke mezin a mirovî û ewlehiyê, berxwedaneke bêhempa nîşan dane. Hat eşkere kirin ku di encama van pevçûnên giran de, HSD’ê bi dehan şehîd û birîndar dane. Lê belê, ji ber dijwariya êrişan û zextên berdewam, di dawiyê de kontrola vê girtîgeha stratejîk ji destê hêzên wan derket.

HSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser helwesta Hevpeymaniya Navdewletî û rexneyên tund li wan girtin. HSD’ê ragihand, zindana Şedadê tenê du kîlometre ji bingeha Hevpeymaniyê ya li herêmê dûr e, lê belê tevî hemû bangawazî û daxwazên wan ên ji bo destwerdanê, hêzên Hevpeymaniyê ti bersiv nedane û neçûne hawara şervanan.

Zindana Şedadê wekî yek ji navendên herî xeternak ên cîhanê tê hejmartin ku bi hezaran endamên herî radîkal ên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê tê de girtî bûn.

Çavdêrên ewlehiyê hişyarî didin ku derketina vê zindanê ji bin kontrola HSD’ê, ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê ji bo asayîşa hemû cîhanê gefeke mezin e. Nîgeranî hene ku ev geşedan bibe sedema dubare birêxistinkirina DAIŞ’ê û pêleke nû ya terorê li herêmê bide destpêkirin.