HSD: Tevî hemû metirsiyan, Hevpeymaniya Navdewletî ti gav ji bo veguhastina girtiyên DAIŞ’ê neavêtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di dema parastina zindana Qetanê ya li Reqayê de, li dijî êrişên Artêşa Sûriyeyê 9 şervanên wan canê xwe jidesr dan û 20 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê, îro Duşemê 19ê Çileyê daxuyaniyek weşand û tê de hûrgiliyên rewşa metirsîdar a li dora zindana Eqetanê ya li bajarê Reqayê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên ser bi Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve êriş birine ser zindana Eqetanê. Şervanên HSD’ê ji bo parastina zindanê û rêgirtina li revîna girtiyên DAIŞ’ê, bi tundî bersiva êrişê dane û di encamê de şerekî gelekî giran qewimiye. HSD’ê eşkere kir, di vî şerî de heta niha 9 şervanên wan canê xwe jidest dane û 20 şervanên din jî birîndar bûne.

HSD’ê di daxuyaniya xwe de rexne li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê girt û ragihand, ev sê roj in HSD ligel Hevpeymaniyê di nava hevahengiyê de ye da ku girtiyên DAIŞ’ê veguhêzin herêmeke aram û dûrî eniyên şer.

Lê belê HSD’ê destnîşan kir, tevî hemû metirsiyan û tevî sozên ku hatine dayîn jî, Hevpeymaniya Navdewletî heta niha ti gavên pratîkî ji bo veguhastina girtiyan neavêtiye û şervanên wan di bin şertên herî dijwar de tenê mane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez kir, li derdora zindanê rewşa ewlehiyê gelekî metirsîdar e û pevçûnên di navbera şervanan û hêzên êrişkar de hîn jî berdewam dikin. HSD bang li civaka navdewletî dike ku li hember metirsiya belavbûna girtiyên DAIŞ’ê berpirsiyariyên xwe bicih bînin.