Artêşa Sûriyeyê li bajarokê Şedadê qedexeya çûnûhatinê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê, li bajarokê Şedadê û li herêmên derdorê qedexeya hatûçûnê ya giştî ragihand û diyar kir ku ew ê ji bo kontrolkirina zindanê destêwerdanê bikin.
Fermandariya Artêşa Sûriyeyê îro 19ê Çileyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji niha û pê de li bajarokê Şedadê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve qedexeya derketina derve ya tam hatiye sepandin.
Artêşa Sûriyeyê biryar daye ku bi awayekî leşkerî destêwerdanê li herêmê bike. Armanca vê destêwerdanê jêê wekî "dîtin û girtina wan çekdarên ku tê îdiakirin ji zindanê revîne yan jî hatine berdan" hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin jî, hemû yekîneyên leşkerî yên li herêmê di rewşa amadebaşiyê de ne. Fermandariya artêşê ferman daye leşkeran ku her cure liv û tevgerên gumanbar ên şaneyên DAIŞ’ê bi hûrgilî bişopînin û raportên lezgîn bigihînin navenda operasyonan.
Ev pêngava artêşa Sûriyeyê di demekê de tê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber êrişên giran ên komên çekdar, kontrola zindana Şedadê ji destê wan derketiye.