Partiyên Bakurê Kurdistanê banga parastina destkeftiyên kurdan dikin

Diyarbekir (K24) – Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dibêjin, êrîşên li ser kurdên Rojavayê Kurdistanê hem baweriya kurdan a bo pêvajoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê qels dike û hem jî aramiya Rojhilata Navîn têk dibe. Partiyên Bakur dibêjin, divê Tirkiye bo Rojava helwestek erênî nîşan bide û siyasetmedarên Kurd jî bang li YPGê dikin ku li gorî şert û mercên rasteqîne tevbigere da ku destkeftiyên kurdan mayînde bin.

Di demeke ku liv û tevgera leşkerî û siyasî navbera Rojava û Şamê de berdewam e de, Partî û Rêxistinên Bakurê Kurdistanê bi civînekê bang li Tirkiye kirin ku eger bo parastina destkeftiyên kurdên Rojava Tirkiye helwestek erênî nîşan bide ev yek dê baweriya kurdan a bo çareseriya pirsa kurd a li Tirkiyeyê jî xurt bike . Partiyên siyasî balê dikêşin ku divê pêşhatên dawî hêviyên kurdan lawaz nekin ji ber ku dê hêzên kurd hem destkeftiyên xwe biparêzin hem jî kurd êdî ne ne bêxwedî ne û di qada navneteweyî de jî pirsgirêkên xwe dikarin bînin rojevê.

Parlementerê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Kamaç ji K24ê re got: “kurd ne bêxwedî ne, li Başur hikumetek kurdan hene, bo parastina destkeftiyan jî nava hewildanê de ne, li Rojava jî xwedî rêxistin in, li Bakur jî sazî hene, bila kurd ne bêhêvî bin, berê nasnama kurd nebu niha kurdî li Suriyê buye zimanê neteweyî.”

Derbarê hevsengiyên partî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê de jî siyasetmedarên Kurd bang dikin ku divê hemu aliyên kurd li gorî encamên ku derketine holê ji nu ve statejiyekê dirust bikin da ku bikaribin destkeftiyên kurdan mayînde bikin.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye Mihemed Emîn Kardaş jî got: “Gotinên Ehmed Şara û yasayên ku derxistine têra kurdan nakin, kurdên tiştên zêdetir dixwazin, YPG jî bila dest ji biratiya gelan berde, ji xwe erebên ku bi wan re tifaq kiribun dest ji wan berdan, bila bi kurdên xwe re li hev bikin.”

Partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bang dikin ku bo parastina destkeftiyên Rojava pêdivî bi yekîtiyeke xurt a neteweyî heye û divê partî û rêxistinên kurd nexşerêyeke gorî şert û mercên rasteqîne amade bikin.”