Serokwezîr Mesrûr Barzanî "Mala Kurdistanê" li Davosê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, gihîşt Swîsreyê û biryar e bîsteke din, bi fermî "Mala Kurdistanê" li bajarê Davosê veke.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Çileyê gihîşt welatê Swîsreyê. Wekî beşek ji çalakiyên Serokwezîr yên li Davosê, dê "Mala Kurdistanê" veke ku ev navend wekî pira peywendiyên aborî û dîplomatîk a Herêma Kurdistanê ligel cîhanê tê hejmartin.
"Mala Kurdistanê" wekî navendeke stratejîk ji bo naskirina derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê tê dîtin. Navend dê careke din deriyên xwe li ber serkirdeyên cîhanê, karsaz, veberhêner û mêvanên Korbenda Davosê veke, da ku şiyanên aborî yên herêmê bide naskirin.
Mala Kurdistanê, ku cara yekem di sala 2024an de li ser daxwaz û hewildanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû damezrandin, di nava du salan de bûye platformeke navdewletî ya girîng. Ev navend roleke çalak dibîne di nîşandana şiyanên aborî, geştyarî û bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de.
Tê çaverêkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê de, li "Mala Kurdistanê" û li navenda korbendê rêze hevdîtinên giring ligel serok û berpirsên welatên cuda û karsazên navdar pêk bîne.