Ferhad Şamî: Ji bo gelê me yan jiyaneke bi rûmet yan şehadeteke bi şeref

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, di demekê de ku li Şamê hevdîtinên girîng tên kirin, peyameke biryardariyê weşand.

Ferhad Şamî, îro 19ê Çileyê li ser hejmara xwe ya tora civakî “X”, peyameke kurt lê bi bandor parve kir. Şamî di peyama xwe de bal kişand ser amadebaşî û îradeya hêzên wan a ji bo parastina rûmeta gel û wiha nivîsand:

“Her tişt ji bo gelê me; yan jiyaneke bi rûmet yan jî şehadeteke bi şeref...”

Peyamek di dema hevdîtina Şamê de

Ev daxuyaniya Berpirsê Ragihandina HSD’ê di demekê de tê ku çavên hemûyan li paytexta Sûriyeyê Şamê ye. Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî îro li Şamê ligel Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera civiyabû.