Mihemed Şukrî: Asta veberhênanê li Herêma Kurdistanê sedî 400 zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand, sala 2025’an ji bo veberhênanê sala herî zêrîn û serkeftî bûye û asta veberhênanê li gorî salên borî bi rêjeya %400 zêde bûye.
Mihemed Şukrî îro 19’ê Çileya 2026’an, di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanê ya li Davosê ji bo Kurdistan24’ê axivî û diyar kir, îsal hejmareke gelekî zêdetir a veberhêner û karsazan berê xwe dane "Mala Kurdistanê" ya li Davosê.
Serokê Desteya Veberhênanê hêvî nîşan da ku di vê korbendê de destkeftiyên nû bi dest bixin û ligel kompanyayên mezin ên cîhanî yên di warê teknolojî û pîşesaziyê de peymanên nû îmze bikin. Şukrî wiha got: "Em li Herêma Kurdistanê di warên pîşesazî û çandiniyê de teknolojiyeke gelekî pêşketî bi kar tînin, lewma em dixwazin hevkariya xwe ya ligel kompanyayên biyanî berfirehtir bikin."
Derbarê rewşa aborî ya herêmê de, Mihemed Şukrî destnîşan kir, heta niha bi bihayê zêdetirî 80 milyar dolar veberhênan li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Şukrî bal kişand ser serkeftina sala borî û ragihand: "Di sala 2025’an de, moleta veberhênanê ji bo 210 projeyan hatiye dayîn. Ev yek nîşan dide ku sala herî berhemdar a veberhênanê bûye û me di qada aborî de rekoreke nû şikandiye."
Mihemed Şukrî nexşerêya sala 2026’an jî eşkere kir û got: "Di sala 2026’an de, Herêma Kurdistanê dê bibe xwediyê yekemîn kargeha çêkirina pelên hesinî li seranserî Rojhilata Navîn. Ev proje dê bibe werçerxaneke mezin ji bo pîşesaziya herêmê."