Mesrûr Barzanî "Mala Kurdistanê" li Davosê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdem ligel destpêkirina 56emîn Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê, "Mala Kurdistanê" wekî navendeke stratejîk a dîplomasiya aborî, careke din deriyên xwe li ber serkirde, karsaz û mêvanên forumê vekir.
Ev navend ku di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî de tê birêvebirin, armanc dike ku pêgeha Herêma Kurdistanê di nexşeya aborî ya cîhanê de xurtir bike û derfetên veberhênanê bide naskirin.
Mala Kurdistanê, ku cara yekem di sala 2024an de bi hewildanên Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatibû damezrandin, di nava du salan de bûye platformeke navdewletî ya çalak. Ev navend wekî pirekê kar dike ji bo nîşandana şiyanên aborî yên herêmê û pêşandana Kurdistanê wekî navendeke guncaw ji bo veberhênan, nûgerî û geşepêdana peywendiyên aborî yên cîhanî.
Di korbenda îsal (Davos 2026) de, şandeyeke payebilind a hikûmetê û hejmareke berçav a veberhênerên sektora taybet ligel Serokwezîr amade ne. Biryar e Mesrûr Barzanî di "Mala Kurdistanê" de rêze civîn û hevdîtinên giring ligel serokên welatan, karsaz û aborînasên navdar ên cîhanê pêk bîne.
Beşdarbûna nûnerên sektora taybet wekî gaveke stratejîk tê nirxandin, da ku peywendiyên rasterast ligel veberhênerên biyanî werin avakirin, bi taybetî di warên pîşesazî û çandiniyê de.
Mala Kurdistanê di nava rojên forumê de, bi mêvandariyeke Kurdewarî û pêşkêşkirina "çaya kurdî" pêşwaziya mêvanên xwe dike. Ev navend di nava Davosê de dibe stargeheke germ ji bo diyalogên vekirî derbarê astengî û derfetên aborî yên li herêmê û cîhanê.