Xwenîşander çûne hember Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dijî êrîşên Şamê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, xwenîşander bi bilindkirina alaya Kurdistanê çûne hember Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê û ji Amerîkayê xwest ku, li dijî êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bê ser xetê.

Hejmareka mezin a welatiyên bajarê Hewlêrê îşev (Duşem, 19.01.2026) bi hilgirtina alaya Kurdistanê derket ser cadeyan û ber bi avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ve meşiya.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li cihê wê kombûn û xwenîşandanê got ku, ew kombûn wek bertekekê ye li hember wê rewşa ku di çend roj û hefteyên borî de li Rojavayê Kurdistanê peyda bûye.

Li gorî zanyaran, welatî bi timbêlan û bi pêyan ber bi avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ve meşiyan, da ku nerazîbûn û nîgeraniyên xwe li ser êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar bikin.

Xwenîşanderan alaya Kurdistanê bilind kir û drûşmên piştgiriyê ji bo yekrêzî û parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê digotin.