Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bo veberhênan, nîqaş û hevpariya nû amade ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de bi rengekê fermî Mala Kurdistanê vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya peyamekê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê kêfxweşiya xwe bi vekirina wê navendê anî ziman û tekez kir ku, Herêma Kurdistanê bi tevahî amade ye ku pêşwaziya veberhênan, diyaloga avaker û çêkirina hevpariya nû bi civaka navneteweyî re bike.
Ev peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşaneka eşkere ya stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku, zêdetir deriyan ji cîhanê re veke û sermayeya biyanî bikişîne.
Mala Kurdistanê li Davosê wekî platformeka girîng kar dike da ku derfetên veberhênanê yên cuda cuda di sektorên pîşesazî, çandinî, geştiyarî û enerjiyê de bide nasandin, herwesa dibe navendek ji bo komkirina biryarên siyasî û aborî yên cîhanê da ku ji nêz ve aşnayî pêşxistinên Herêma Kurdistanê bin.
Mala Kurdistanê, ku ev çend sal in li Davosa Swîsreyê bi Korbenda Aborî ya Cîhanî ya salane re tê vekirin, bûye yek ji alavên herî berçav ên dîplomasiya aborî li Herêma Kurdistanê.
Ev navend her sal dibe cihê civînên asta bilind ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêberên cîhanî, wezîrên welatên cuda cuda û serokên şîrketên mezin re. Armanca sereke ya van hemî çalakiyan jî xurtkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li ser nexşeya aborî ya cîhanê û gihandina peyama aştî û avedaniyê ya gelê Kurdistanê bi navendên biryardanê re ye.