Îlham Ehmed bo hêzên navneteweyî: Em êdî li hember zext û êrîşên li gelê Kurd tên kirin bêdeng nabin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bang li hêzên navneteweyî û welatên biryarder ên cîhanê kir ku, ew êdî li hember wan zext û êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng namînin.
Îlham Ehmed tekez jî kir ku, divê civaka navneteweyî helwesteka zelal û kiryarkî werbigire da ku rêyê li wan metirsiyan bigire yên ku niha rûbirûyî welatiyên Kurd bûne.
Ev banga Îlham Ehmed di demekê de ye ku, deverên Kurdî li Sûriyeyê rûbirûyî pêleka nû ya aloziyên leşkerî û gefên qirkirinê bûne.
Berpirsa navbirî amaje jî da ku, gelê Kurd di salên borî de ji bo parastina ewlehiya cîhanê û têkbirina terorê bedelên giran dane, ji ber vê yekê jî erkê exlaqî û siyasî yê hêzên navneteweyî ye ku di vê qonaxa hesas de piştgirîya mafên rewa yên Kurdan bikin û rêyê li hemî destdirêjiyan bigirin.
Îlham Ehmed haydarî jî da ku, bêdengiya hêzên navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna aloziyan û çêbûna karesatên mirovî li deverê.
Wê herwesa daxwaz kir ku, sînorek ji bo wan êrîşan bê danîn ên ku armanca wan têkdana tenahiya deverên Kurdî û guhertina demografiya deverê ye. Tekez jî kir ku, paşeroja Sûriyeyê bêyî çareserkirina doza Kurdan û dabînkirina mafên wan ber bi aştiyê ve naçe.