Ehmed Şera bo Trump: Ez naçim nav bajarê Hesekeyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî raporteka Al-Monitorê, Donald Trump sozeka misoger ji Serokê Sûriyeyê wergirtiye ku hêzên wî neçin nav bajarê Hesekeyê; ev jî di demekê de ye ku nîqaşên di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de ji ber şertê teslîmbûna bi temamî ya Kurdan gihîştine rewşeka bêçare û bi ser neketin.
Malpera Al-Monitorê ji çavkaniyeka payebilind eşkere kir ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz ji Serokê Sûriyeyê wergirtiye ku hêzên wî neçin nav bajarê Hesekeyê. Ev jî piştî ku civîna di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de bê encam bi dawî bû. Herwesa berpirsekê Kurd dibêje ku Şam daxwaza teslîmbûna bi temmaî dike.
Li gorî wê raportê, di peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de, Trump daxwaza bidawîanîna tundûtûjiya di navbera Artêşa Erebî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kiriye.
Çavkaniyan ji Al-Monitorê re ragihandiye ku, tevî pêşketinên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji bo nêzî Hesekeyê, Trump sozeka misoger ji Ehmed Şera wergirtiye ku hêzên wan neçin nav wî bajarî.
Al-Monitorê herwesa got ku, ew peywendî piştî hevdîtina di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de ji bo bidawîkirina peymana agirbestê hat, lê li gorî zanyaran, ew civîn baş derbaz nebûye.
Berpirsa payebilind a Kurdan Foza Yûsif ji medyayê re got: Wê civînê ti encameka erênî nebû, Şam daxwaza teslîmbûna bi temamî ya Kurdan dike.
Çavkaniyên Al-Monitorê dibêjin ku, Ehmed Şera di wê civînê de şertên nû ferz kirine, wekî radestkirina kontrola bajarê Hesekeyê, lê Mezlûm Ebdî red kiriye û ragihandiye ku metna agirbestê li roja Yekşemê li ser xeta internetê (online) îmze kiribû û ew zêdetir destan danahêlin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li roja Duşemê (19.01.2026) bi rêya telefonê bi Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera re axivî.