Rewangeha Sûrî: Artêşa Sûriyeyê zindana girtiyên DAIŞ’ê li Reqayê topbaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hêzên Artêşa Sûriyeyê bi top û tankên giran êriş birine ser zindana Eqtanê ya li bakurê Reqayê, ku bi hezaran endamên DAIŞ’ê tê de girtî ne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro Sêşemê 20’ê Çileyê ragihand, hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê zindana Eqtanê û baregeha Fîrqeya 17’emîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqayê bi giranî topbaran kirine.

Çavkaniyên Rewangehê eşkere kirin, topbaran rasterast li ser zindana girtiyên DAIŞ’ê pêk hatiye û di heman demê de dronên sîxuriyê li ser asîmanê herêmê digerin. Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê yên Kurd (Asayîş) li derdora zindanê û navendên ewlehiyê di amadebaşiya tam de ne û xwe ji bo her cure bersivdayînê amade kirine.

Heta niha derbarê hejmara kuştî û birîndaran û ziyanên madî de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şervanên HSD’ê ji bo parastina zindanê û rêgirtina li revîna girtiyên DAIŞ’ê çeperên xwe xurt dikin, di heman demê de rageşiya leşkerî li bakur û rojhilatê Reqayê her ku diçe kûrtir dibe.

Rewangeha Sûrî berê jî ragihandibû, li derdora bajarokê Celebiyê û li gundewarên navbera Girê Spî û Kobanê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û komên çekdar ên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve pevçûnên gelekî giran qewimîne.