Hişyarî ji ser karesateke mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê tê dayîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Navdewletî ya "Change" ragihand, komeke berfireh a çalakvan, kesayetên navdar û aliyên sivîl ji seranserî cîhanê, daxuyaniyeke lezgîn weşandine û hişyariya têkçûna rewşa mirovî û ewlehiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin.
Îmzekarên daxuyaniyê destnîşan dikin ku welatiyên sivîl, bi taybetî pêkhateya Kurd, di bin gefeke cidî ya tundûtûjiyê û pêla koçberiya bi zorê de ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê û deverên derdorê rûbirûyê pêleke nû ya nearamiyê bûne. Ev rewş ne tenê dibe sedema kuştina sivîlan, lê belê di heman demê de xizmetguzariyên bingehîn ên jiyanî jî bi temamî dane rawestandin.
Çalakvanan tekez kir, gelê Kurd ê li van herêman, ku xwedî dîrokeke dirêj a bêparbûna ji mafên bingehîn e, niha li beramberî "gefeke nû û sîstematîk" e ku rasterast jiyan û rûmeta wan kiriye armanc.
Metirsiya vejîna DAIŞ’ê û ewlehiya cîhanê
Beşeke din a hişyariya çalakvanan taybet e bi aliyê ewlehiyê, bi taybetî pevçûnên li derdora wan zindanên ku bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê tê de girtî ne.
Çalakvanan nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê raportên revîna terorîstên DAIŞ’ê ji zindanan anîn ziman û ragihandin: "Ev pêşhat ne tenê metirsî ne ji bo ser herêmên Kurdî, lê belê gefeke rasteqîn û cidî ne li ser asayîşa navdewlet û metirsiya vejîna tundûtûjiya radîkal li hemû herêmê zêde dikin."
Herwiha îmzekerên daxuyaniyê daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku demildest destêwerdanê bikin, da ku rê li ber karesateke nû ya mirovî û ewlehiyê were girtin.