Murat Karayilan: Ji bo parastina Rojava çi pêwîst be em ê bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan, li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê peyameke piştgiriyê weşand û ragihand, ew ê gelê Rojava tenê nehêlin û "her çi pêwîst be" dê pêk bînin.
Murat Karayilan îro Sêşemê 20’ê Çileyê peyameke taybet derbarê pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê Sûriyeyê û êrişên komên çekdar ên li ser herêmên Kurdî belav kir. Karayilan di peyama xwe de tekez kir, ew bi hemû şêweyan piştgiriya gelê Rojava dikin û amade ne li dijî van êrişan bisekinin.
Karayilan destnîşan kir, ev êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ne êrişên herêmî ne û got: "Ev êriş tenê li dijî Rojavayê Kurdistanê nîn in, êrişên li ser tevahiya Kurdistanê ne. Di heman demê de ev hewildanek e ji bo têkbirina 'pêvajoya aştiyê' ya ku li Tirkiyeyê tê axaftin."
Fermandarê PKK’ê eşkere kir, ev êriş ji aliyê çekdarên "Heyet Tehrîr Şam" (HTS) ve tên kirin û bal kişand ser wê yekê ku "dewleta Tirk piştgiriya van koman dike." Herwiha Karayilan hişyarî da ku armanca van êrişan tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Ev daxuyaniya Karayilan di demekê de tê, li çendîn eniyên wekî Kobanê û Hesekê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar de şerekî giran heye. HSD ragihand ku wan hemû êrişên li ser van bajaran têk birine.
Li aliyê din, xelkê sivîl ê li Rojavayê Kurdistanê ji duh ve daketiye kolanan û amadehiya xwe ya ji bo şer nîşan daye. Gelek welatiyan ragihandine ku ew ê mil bi milê şervanên HSD’ê axa xwe biparêzin.
Her wiha li bajarên Başûrê Kurdistanê jî, bi sedan welatî daketin kolanan û piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan dan. Welatiyên li Başûr bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî êrişên komên çekdar ên radîkal bêdeng nemînin.