Serokê Azerbaycanê Serokwezîr Mesrûr Barzanî vexwend Bakuyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbanda Aborî ya Cîhanê de li Davosê, ligel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv civiya.
ÎSerokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokkomar Îlham Eliyêv îro 20ê Çileyê li bajarê Davos ê Swîsreyê civiya. Di civînê de, her du alî li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî di warên cuda de, bi taybetî di qadên veberhênan û pevguherîna bazirganî de, hevnerîn bûn.
Serokkomar Îlham Eliyêv bal kişand ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Azerbaycan û Kurdistanê de û amadehiya welatê xwe bo vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Hewlêrê nîşan da.
Herwiha, Serokkomarê Azerbaycanê vexwendineke fermî pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, da ku serdana Bakuya paytext bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina hevahengî û hevkariya bi Komara Azerbaycanê re careke din anî ziman. Mesrûr Barzanî destnîşan kir jî, Kurdistan dixwaze di warên aborî û pîşesazî de peywendiyên xwe ligel Azerbaycanê berfirehtir bike.
Beşeke din a guftûgoyan, li ser rewşa giştî ya herêmê û bi taybetî geşedanên li Sûriyeyê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniyên xwe yên kûr derbarê şer û pevçûnên leşkerî yên li Sûriyeyê anîn ziman û tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî û aramiyê kir.