Mesrûr Barzanî sersaxî li Qasim Şeşo kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Qaso Şeşo, birayê fermandar Qasim Şeşo, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyê fermandar Qasim Şeşo kir û tê de xemgîniya xwe ji bo wexera dawî ya Qaso Şeşo anî ziman û diyar kir ku ew hevparê xema malbata wan e.

Di peyama Serokwezîr de wiha hat gotin:

"Ji bo wexera dawî ya birayê we Qaso Şeşo, ez sersaxiyê li malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me. Bila Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê bide we."

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê