Mesrûr Barzanî: Ez ji ber şer û pêşhatên leşkerî yên li Sûriyeyê nîgeran im

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de ligel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv civiya û nîgeraniyên xwe yên li hember şerê li Sûriyeyê nîşan dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyêv, îro 20ê Çileyê li bajarê Davos ê Swîsreyê hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî X derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û got: “Me ligel birêz Îlham Eliyêv guftûgo kir û em li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî, bi taybetî di warên veberhênan û bazirganiyê de hevnerîn bûn.”

Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir, di civînê de wan rewşa giştî ya Rojhilata Navîn nirxandiye û got: “Me pêşhatên li Sûriyeyê gotûbêj kirin. Min nîgeraniyên xwe yên li ser şer û rageşiya leşkerî ya li wî welatî anîn ziman.”

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya aramiyê û dîtina rêyên aştiyane ji bo çareserkirina krîzên herêmî kir.