Serokê Ermenistanê Mesrûr Barzanî vexwend Yerîvanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanê ya li Davosê de, ligel Serokkomarê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokkomar Vahagn Khachaturyan îro 20ê Çileyê li Davosê Swîsreyê civiyan. Di civînê de, pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan ronahî xistin ser guhartin û geşedanên dawî yên li Iraq û Rojhilata Navîn. Hat destnîşankirin ku hevahengiya di navbera her du welatan de ji bo aramiya herêmê giring e.

Serokkomarê Ermenistanê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo piştevaniya wan a berdewam û parastina mafên pêkhateya Ermenî ya li Herêma Kurdistanê. 

Di dawiya civînê de, Serokkomarê Ermenistanê vexwendineke fermî pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, da ku di demeke guncayî de serdana Yerîvana paytext bike.