Hejmareka zeviyên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê di xeterê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Lihevkirineka 14 xalî di navbera Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hat belavkirin, ku piraniya xalên wê girêdayî warên siyasî û ewlehiyê ne lê xaleka wê girêdayî aborê ye.

Li gorî xala çarê ya wê lihevkirinê, hemî deriyên sînorî, zeviyên petrolê û zeviyên gazê yên deverê dê radestî Hikûmeta Sûriyeyê bên kirin û parastina wan dê ji aliyê hêzên hikûmetê ve bê dabînkirin û ew çavkanî dê ji dewleta Sûriyeyê re bên vegerandin.

Wekî ku eşkere ye, HSDê piraniya çavkaniyên petrolê û pareka berhemê gazê yê Sûriyeyê kontrol kirine û di salên borî de ew çavkanî ji çavkaniyên girîng ên dahata Rêveberiya Xweser bûne.

Qebareya yedeka petrola Sûriyeyê digihîje du milyar bermîlan, ku heta sala 2010ê qebareya berhemandina petrolê ya wî welatî gihîştibû 400 hezar bermîlan di rojekê de, lê şer û aloziyan ew hemî ji kar xist û li ser destê hêzên Kurdî ji nû ve hat vejandin û ji bo zêdetir ji 100 hezar bermîlan di rojekê de hat bilindkirin.

Piraniya wan çavkaniyan, ku li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên kontrolkirin, lê lihevkirina nû ew hemî xistine xeterê.