Mesrûr Barzanî û Komîsyarê Bilind ê NY bo Karûbarên Penaberan civiyan

Mesrûr Barzanî û Berhem Salih
Mesrûr Barzanî û Berhem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîsyarê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan tekez li ser pêdivîtiya bidawîanîna şer û parastina aştî û tenahiya deverê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20.01.2026) li Davosê bi Komîsyarê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih re civiya.

Di wê civînê de, rewşa giştî ya penaberan li Herêma Kurdistanê, Iraqê û deverê hat nîqaşkirin.

Behsa pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî yên Sûriyeyê û bandora wan a neyînî li ser rewşa penaberan û gef û metirsiyên terorîstên DAIŞê jî hat kirin, herwesa her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya bidawîanîna şer û parastina aştî û tenahiya deverê jî kir.