Fraksiyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê peyamek li ser rewşa Kurdên Rojava weşand
Navenda Nûçeyan (K24) - Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bangek weşand û tê de got: Paşguhkirina taybetmendî û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û zêdebûna alozî û şer û pevçûnan li dijî gelê Kurd dibe sedema têkdana aştî û aramiya wan deveran.
Herwesa bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan kir ku li asta berpirsiyariyên xwe yên li hember Rojavayê Kurdistanê bin.
Peyama Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê:
Ji bo civaka navneteweyî û raya giştî
Em li Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bi nîgeraniyeka mezin li rûdan û pêşketinên dawiyê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dinêrin. Paşguhkirina taybetmendî û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û zêdebûna alozî û şer û pevçûnan li dijî gelê Kurd dibe sedema têkdana aştî û aramiya wan deveran û îhtîmala awarebûnê û karesat û qirkirina neteweyî ji bo xûşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve, gelê Kurd li ser war û axa xwe li Rojavayê Kurdistanê ji bo biratî, wekhevî, parastina mafên mirovan, dijatiya zilm û terorê têkoşîn kiriye û di salên borî de, di şerê li dijî terorê de gelek qurbanî dane. Ew rewşa ku niha li Sûriyeyê heye dibe sedema îhtîmala serhildana DAIŞ û terorê, ku ev bi xwe li ser tenahî û ewlehiya deverê gefeka pir cidî ye.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê li ber ronahiya nerîn û bizavên Serok Barzanî ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê hîskirina bi berpirsyarîtiya neteweyî û welatparêziyê bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan kir ku li sta berpirsyarîtiyan bin û pêngavên bibandor biavêjin ji bo rawestandina tavilê ya alozî û şer û pevçûnan li Sûriyeyê û rêgirtina li mezintirbûna krîzê û herwesa rêgirtina li serhildana DAIŞ û teror û tundrêtiyê.
Em bang dikin ku şerê li dijî xûşk û birayên me li Sûriyeyê tavilê bê bidawîanîn, pirsgirêk bi rêya diyalogê û bi awayê aştiyane bê çareserkirin, û di Sûriyeyeka azad û demokrat de mafên hemî pêkhateyan û mafên gelê Kurd li Sûriyeyê li gorî qanûn û destûrê bên misogerkirin.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê