Hûsiyan bi mûşekan êrîşî Siûdiyê kir; welatiyek birîndar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Sîstema berevaniyê ya Siûdiyê du mûşekên Hûsiyan li asmanê Riyadê pûç kirin û ji ber ketina parçeyên wan, welatiyek birîndar bû û zirara madî gihişt hin mal û otombêlan.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Siûdiyê ragihand ku tîmên Berevaniya Şaristanî li bajêrê Riyadê ketine rewşa amadebaşiyê, piştî ketina parçeyên du mûşekên dûravêj. Ew mûşek ji aliyê Hûsiyan ve hatibûn avêtin û piştî eşkerekirin û rêgirtina li wan li asman, hatine pûçkirin.

Li gorî wê ragihandinê, di encama ketina parçeyên mûşekan de, welatiyek bi sivikî birîndar bû. Herwisa zirarên madî jî gehiştine malekê û otombêlekê û rêkarên oejirandî bo serederîkirina ligel rewşên bi vî rengî hatine bicihanîn.

Pêştir jî di eynî rojê de, Siûdiyê ragihandibû ku astengî di rêya mûşekeke Krûz de çê kirine ku ber bi devera rojava ve hatibû arastekirin.

Li beranberî wê yekê jî, ajansa Reuters li ser zarê Hûsiyan belav kir ku wan dezgeheke kompaniya Aramcoyê li Ebqeyqê, balafirxaneyên Riyad û Demamê, û her du parzinîngehên petrolê yên Ras Tenûre û Rabiîyê kirine armanc.

Ev jî di demekê de ku ye di vê mehê de Siûdî rûbirûyî berdewamiya êrişên koma Hûsiyên Yemenê bûye.

Êrişên bi mûşek û dronan ên Hûsiyan li ser jêrxane û benderên enerjiyê yên Erebistana Siûdiyê aloziyên ewlehiyê li deverê zêde dikin û metirsiya li ser aramiya bazara petrolê û ewlehiya geştên asmanî zêde dikin.