Sozdar Avêsta: Proseya aştiyê ne rawestiyaye û ne jî tê birêvebirin

Sozdar Avêsta
Sozdar Avêsta

Navenda Nûçeyan (K24) – Endameka Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku proseya aştiyê ligel dewleta Tirkiyeyê ne bi temamî rawestiyaye û ne jî tê birêvebirin, herwesa hişyariyê dide ku tevgera wan heta dawiyê li benda pêngavên Enqereyê namîne.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avêsta di çavpêkevtineke televizyonî de li ser dawî pêşhatên proseya aştiyê û çareseriyê amaje bi wê yekê kir ku Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê hemî pêngavên pêdivî yên li ser milê xwe avêtine, lê heta niha ti guherîn û pêngavên kirdarkî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve nehatine dîtin, ku raya giştî li bendê ye.

Sozdar Avêsta behsa wê yekê jî kir ku gerîlayên PKKê pêngava bingehîn avêtiye, wekî vekişîna ji Bakurê Kurdistanê û valakirina çend deveran wekî Metînayê li Herêmên Parastina Medyayê. Ron jî kir: "Me di 8ê Cotmehê de bi rengekê fermî ragihand ku me erkê li ser milê xwe bi cih aniye, lê zêdetirî 20 rojan di ser wê pêngavê re derbaz bûne û aliyê beranber bêdeng e û pêngava pêdivî neavêtiye."

Wê berpirsa KCKê tekez jî kir ku pêdivî bû komîsyona çavdêriyê bihata avakirin û rê bi şandên rojnamevan, akademîstan û siyasetmedaran bihata dan ku serdana Îmraliyê kiriba, daku Ocalan wekî avaker û koordînatorê proseyê karibe di rewşeke azad de rola xwe bilîze.

Li ser daxuyaniyên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bo avakirina komîsyona çavdêriyê, Sozdar Avêsta got: "Diviyabû ku ew komîsyon du meh û nîvan berê bihata damezrandin, loma guman heye ku di bin navê komîsyonê de bizav bo paşxistina proseyê bê kirin."

Endama Serokatiya KCKê Hikûmeta AK Partiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku dixwaze proseyê bo meremên hilbijartinan û berjewendiyên siyasî yên demkî bi kar bîne û hişyarî jî da ku "Eger pirsa Kurdan li gorî hesabên biçûk û rewşa derve bê nirxandin, prose serkeftî nabe."

Sozdar Avêsta herwesa got: "Tevgera Azadiyê ti carekê bê cîgir nebûye û tu neçariya me nîne ku em heta hetayê di bendemanê de bimînin. Eger pêngavên konkiretî neyê avêtin, têkoşîna demokrasî dê di hemî waran de berdewam be."