Mihemed Şikrî: Mesrûr Barzanî pirsa Rojava bi serkirdeyan re nîqaş dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê eşkere kir ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di tevaya civînên xwe yên li gel serkirdeyên cîhanê de gefên li ser Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirine û tekezî li ser pêdivîtiya parastina mafên gelê Kurd kiriye.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî îro (Sêşem, 20.01.2026) ji Kurdistan24ê re got: Tevlîbûna şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de nîşana girîngîdana bi Herêma Kurdistanê ye; da ku têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi welatan re xurt bike.
Mihemed Şikrî amaje jî da: Ev jî derfetek e ku em bala şîrketên cîhanî bikişînin ser Herêma Kurdistanê û di warê teknolojiyê de di sektorên çandinî û pîşesazî û sektorên din de peymanên girîng çê bikin; ku li Mala Kurdistanê nîqaş li ser wan peymanan tê kirin û em bi vekoler û şîrketan re dicivin.
Navbirî ron jî kir: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her gav di hevdîtinên xwe yên bi serkirdeyên cîhanê re tekez li ser parastina mafên gelê Kurd kiriye, xasma jî vê carê ji ber rewşa Rojava bi hemî serkirdeyan re behsa wê mijarê kiriye.
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Danûstandinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serkirdeyên cîhanê re li ser rewşa Rojava dê di paşerojê de encameka erênî hebe, ji ber ku ew serkirde rêzeka taybetî li Mesrûr Barzanî û peyamên Serok Barzanî digirin.