Sûdanî û Mezlûm Ebdî rewşa ewlehiya Sûriyeyê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser xeteriyên ewlehiyê yên Sûriyeyê axivîn. Herwesa Sûdanî tekez li ser wê yekê kir ku, divê rê li ber revîna terorîstan ji girtîgehan bê girtin.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro (Sêşem, 20.01.2026) êvarê belav kir ku, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axiviye.

Li gorî wê ragihandinê, di wê peywendiyê de guhertinên rewşa Sûriyeyê li ber ronahiya pêşhat û bûyerên ewlehiyê yên dawiyê hatine nîqaşkirin, herwesa bandora wê rewşê li ser ewlehî û tenahiya deverê û Iraqê jî hatiye behskirin.

Serokwezîrê Iraqê di wê peywendiyê de tekez li ser pêdivîtiya çespandina "diyalog û danûstandinan" di vê qonaxa hesas de kiriye, bi rengekî ku mafên hemî pêkhateyên Sûriyeyê bên misogerkirin û yekparçeyiya axê û ewlehiya wî welatî bên parastin.

Sûdanî herwesa behsa doza girtiyan jî kiriye û ragihandiye ku, divê kar bê kirin ku terorîst derfetê ji bo revîna ji girtîgehan peyda nekin.