Mark Savaya: Tekane rêya aramiya Iraqê, bidawîkirina milîsan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraqê Mark Savaya ragihand, kêşeya herî mezin a Iraqê gendelî ye û milîsên çekdar encama vê nexweşiyê ne.
Mark Savaya di peyamekê destnîşan kir, heger Iraq bixwaze ber bi çaksaziyê ve gavan biavêje, divê berî her tiştî bi awayekî biryardar rûbirûyî gendeliyê bibe. Savaya diyar kir ku milîs tenê diyardeyeke vê sîstema gendeliyê ne û got: "Ji bo serastkirina Iraqê, divê çavkaniya nexweşiyê were derman kirin."
Şandeyê Amerîkayê hûrgiliyên derbarê şêwazê karkirina torên gendeliyê de eşkere kirin û got, pereyên neyasayî tenê di destê berpirsên bilind de nagerin; ev tor endamên malbatê, dost, parastvan û heta şofêrên berpirsan jî bikar tîne.
Li gorî Savaya, ev sîstem bi zanebûn hatiye avakirin da ku berpirsên bilind bikaribin di wextê pêwîst de têkiliya xwe ya bi gendeliyê re "inkar bikin", lê di heman demê de sîstema qirêj bidomînin. Hat diyarkirin jî, ev tor zêdetirî 20 sal in çalak e û karîbûye xwe ji hemû rênma û mekanîzmayên hûrbîniya (audit) navdewletî veşêre.
Mark Savaya di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser peywendiya gendelî û hêzên çekdar û got: "Bi rêya vê sîstemê, komên milîs ên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, di aliyê darayî de hatine bihêzkirin û parastin."
Savaya di dawiya peyama xwe de destnîşan kir, aramiya Iraqê û vegerandina serweriya wê, tenê bi birîna çavkaniyên darayî yên gendeliyê pêkan e. Wî bal kişand ser "mûçeyên wehmî" û "deynên xeyalî" û hişyarî da ku bêyî girtina van deriyan, hemû hewldanên din ên çaksaziyê dê bi bin bikevin.