Fuad Husên: Divê zindanên Sûriyeyê werin kontrolkirin û rê neyê dayîn ku DAIŞ’î birevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hişyarî da ku divê zindanên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê werin kontrolkirin û rê li ber reva çekdarên terorîst were girtin, naxwe ewlehiya herêmê dikeve bin metirsiyeke mezin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 21ê Çileyê li Bexdayê ligel Berpirsê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris civîna. Di civînê de peywendiyên siyasî, aborî û ewlehî yên navbera Bexda û Washingtonê hatin gotubêjkirin.

Mijara herî giring a civînê, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û çarenivîsa zindaniyên DAIŞ’ê bû. Fuad Husên bal kişand ser wan zindanên ku bi salan e ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tên parastin û diyar kir ku divê rêkarên pêwîst werin girtin, da ku ev zindan neyên şikandin.

Wezîrê Derve yê Iraqê ji nûnerê Amerîkayê re ragihand: "Şikandina zindanan ji aliyê komên çekdar ên li Sûriyeyê û reva beşek ji endamên DAIŞ’ê, nîşaneke xerab e û metirsiyeke rastîn li ser asayîşa herêmê ava dike."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser avakirina hikûmeteke çalak kirin ku bikaribe daxwazên welatiyan bicih bîne. Her wiha piştgirîkirina proseya çaksaziyê, geşepêdan û bihêzkirina aramiya siyasî ya li Iraqê mijarên din ên guftûgoyan bûn.

Ev hişyariya Wezîrê Derve yê Iraqê di demekê de tê ku li Rojavayê Kurdistanê û hinek deverên din ên Sûriyeyê, ji ber êrişên komên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyeyê ve, valahiya ewlehiyê çêbûye û tirs heye ku endamên DAIŞ’ê vê rewşê ji bo xwe bi kar bînin.