Mezintirîn karwana alîkariyê ya Dezgeha Xêrxwaza Barzanî gihîşt Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, li ser raspardeya rasterast a Serok Mesûd Barzanî, mezintirîn karwana alîkariyên mirovî ya dezgeha wan şandin Rojavayê Kurdistanê.
Mûsa Ehmed îro 21ê Çileyê di konferanseke rojnamevaniyê de hûrgiliyên vê karwanê aşkere kirin û diyar kir, karwan ji 67 barhilgirên mezin pêk tê. Di nav van barhilgiran de 22 cureyên cuda yên pêdiviyên bingehîn, derman, alavên bijîşkî û lojîstîk hene.
Mûsa Ehmed her wiha tîmeke pispor ku ji 150 karmendên dezgehê pêk tê, ligel karwanê ye da ku li qadê xizmetên tenduristî û lojîstîk pêşkêşî welatiyan bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî destnîşan kir, rola wan tenê bi belavkirina alîkariyan bi sînordar nabe. Herwiha got: "Dezgeha Xêrxwazî Barzanî hewl dide bibe 'pireke bihêz' di navbera xelkê Rojava û rêxistinên navdewletî û aliyên xêrxwaz de, da ku alîkarî bi baştirîn şêwe bigihîjin destê hewcedaran."
Mûsa Ehmed da zanîn, ev karwan "ya yekem" e û dê karwanên din jî li pey werin. Ehmed diyar kir ku ew di warê belavkirina alîkariyan de bi hevahengiyeke temam ligel rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê kar dikin, da ku alîkarî bigihîjin hemû bajar û navçeyan.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de got: "Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê her tim li kêleka birayên me yên li Rojava be û heta rewş asayî bibe, em ê xizmetên xwe bi berfirehî bidomînin."