Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holendayê pêşxistina peywendiyên xwe gotubêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Korbenda Aboriya Cîhanê ya li Davosê de, ligel Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bi mebesta avakirina jêrxaneke bihêz a aborî. 

Herwiha Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Holendayê kir ji bo piştgirî û hevkariya wan a bi Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê geşepêdana çandiniyê de.

Nîgeraniya li ser rewşa Sûriyeyê

Mijareke din a civînê, pêşhatên leşkerî yên dawî yên li Sûriyeyê bûn. Hat ragihandin ku her du serokwezîran nîgeraniya xwe li hember şer û aloziyên li wî welatî nîşan dan.

Di vê çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî û Dick Schoof tekezî li ser bidawîkirina pevçûnan, parastina aştî û aramiya herêmê kirin. Her du aliyan destnîşan kir ku divê rêz li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Sûriyeyê were girtin.