Hevdîtina Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê: Peyama aştî û pêkvejiyanê hate tekezkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê ji aliyê Qedasetê Papa  Leo’yê 14’em ve hat pêşwazîkirin.

Di destpêka hevdîtinê de, Papa  Leo’yê 14’em bi germî bixêrhatina Serok Barzanî kir. Her du aliyan kêfxweşiya xwe ji bo vê hevdîtinê anîn ziman û ev hevdîtin wekî derfeteke giring ji bo pevguhertina bîr û rayan li ser mijarên herêmî û navdewletî nirxandin.

Di çarçoveya hevdîtinê de, Serok Barzanî û Papa  Leo’yê 14’em hêviya xwe nîşan dan ku aştî û aramî li seranserê cîhanê serdest bibe. Her wiha her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e dawî li azar û nexweşiyên gelan were anîn û jiyaneke bi rûmet ji bo mirovahiyê were dabînkirin. 

Piştî dawîhatina civînê, Serok Mesûd Barzanî û Qedasetê Papa  Leo’yê 14’em, wek nîşaneya dostanî û rêzê, diyarî pêşkêşî hevdu kirin. 

Ev serdana Serok Barzanî ji bo Vatîkanê, di çarçoveya xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi navendên giring ên cîhanê re tê dîtin, ku tê de bal tê kişandin ser modela pêkvejiyana olan a li Kurdistanê.