Hewlêr mezintirîn kampanyaya alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo piştgirî û hevkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê, kampanyayeke berfireh a komkirina alîkariyan ragihand. Xoşnaw bang li xelkê Hewlêrê, xêrxwaz û kompanyayan kir ku mîna her carê erkê xwe yê neteweyî bicih bînin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 21ê Çileyê serperiştya civîneke taybet kir ku tê de amadekariyên ji bo destpêkirina mezintirîn kampanyaya alîkariyê ya bo "birayên li Rojavayê Kurdistanê" hatin gotuûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê, sibe Pênşemê dê li pêşberî Parka Şaneder kon werin vedan û dest bi komkirina alîkariyan were kirin. Welatî, xêrxwaz û kompanya dikarin alîkariyên wekî: pere, xurek, cil û bergên zarokan, betanî, sobe û pêdiviyên din ên navmalê bigihînin vê navendê.

Umêd Xoşnaw diyar kir, ev kampanya ti peywendiya wê bi hêz û aliyên siyasî ve nîne û got: "Ev kampanyaya xelkê bajarê Hewlêrê ye. Wekî erkê mirovî, neteweyî û nîştimanî, em di vê rewşa dijwar de xwe li hember birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bi berpirsiyar dibînin."

Parêzgarê Hewlêrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li xelkê "birûmet û dilovan ê Hewlêrê" kir ku bi dilfirehî beşdarî vê kampanyayê bibin û piştevaniya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin.