Serok Barzanî: Me ji Papayê Vatîkanê xwest piştgiriyê bide Rojavayê Kurdistanê

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku, wî ji Papayê Vatîkanê xwestiye ku piştgiriyê bide Kurdên Rojavayê Kurdistanê. Herwesa got: Pêdivîtiya rûbirûbûna xetera serhildana DAIŞê bi planeka navneteweyî heye.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îtalyayê de bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re civiya.

Serok Barzanî di konferanseka rojnamevanî de bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Îtalyayê re got: Ew civîn pir baş bû û me her tişt bi Wezîrê Derve re nîqaş kir.

Serok Barzanî li ser hevdîtina xwe ya bi Papayê Vatîkanê re û helwesta navbirî li ser şer û bûyerên niha yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got: Min ji Papayê Vatîkanê xwest ku bi hêza xwe ya mînevî piştgiriyê bide me.

Serok Barzanî li ser piştgirî û helwesta civaka navneteweyî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî amaje da: Hebûna min îro li vê derê wê manayê dide ku ew di hawara me hatine.

Serok Barzanî li ser gefa serhildana DAIŞê û revîna hejmareka çekdarên DAIŞê ji hejmareka zindanên bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî got: Bê guman ev li ser me hemiyan xeter e, tevî Îtalyayê jî. Em hemî wê xeterê hîs dikin û me pêdivîtî bi hevahengî û alîkariya hev heye. Divê planek ji bo rûbirûbûna vê xeterê hebe.

Serok Barzanî behsa wê yekê jî kir ku, di peywendiya xwe ya telefonî ya li gel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de, wî ji Şera xwestiye ku pevçûnên leşkerî yên niha “nebin şerê di navbera Kurd û Ereban de û tadarî li Kurdan neyê kirin, herwesa hemî pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin”.