Mesrûr Barzanî û Jonathan Paul berhingarbûna xeteriya terorîstên DAIŞê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Davosê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê re civiya û pê re li ser tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û pêdivîtiya berhingarbûna terorê û xeteriyên terorîstên DAIŞê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) li Davosê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Brîtanyayê Jonathan Paul re civiya.

Di wê civînê de rewşa ewlehiyê ya Iraq û deverê hat nîqaşkirin. Her du alî li ser girîngiya xurtkirina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hevnerîn bûn, herwesa tekezî li ser pêdivîtiya berhingarbûna terorê û xeteriyên terorîstên DAIŞê jî kir.

Her du aliyan tekezî li ser pêdivîtiya bidawîanîna şer û rûbirûbûnên leşkerî yên Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştî û hevfêmkirinê kir.