Lwîs Sako: Serdana Serok Barzanî bo Vatîkanê dê bandorê li rewşa me ya niha bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Patrîk û Serokê Dêra Kildanan li Îraq û Cîhanê serdana Serok Barzanî ji bo Vatîkanê wekî werçerxaneka girîng binav kir û ragihand ku, pêgeha karîzmatîk û peyama aştîxwazane ya Serok Barzanî dê bandoreka rasterast li ser rewşa niha û vedîtina çareseriyê ji bo aloziyan hebe, navbirî herwesa pesna ezmûna pêkvejiyana Herêma Kurdistanê jî kir.
Patrîk û Serokê Dêra Kildanan li Îraq û Cîhanê Kardînal Lwîs Sako îro (Çarşem, 21.01.2026) di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re bal kişand ser girîngiya serdana Serok Mesûd Barzanî ji bo Vatîkanê û civîna wî ya bi Papa Leoyê 14ê re.
Kardînal Sako herwesa ragihand: Serok Barzanî wekî kesatiyekê serkirde tenê di çarçoveya Iraqê de sînordar nebûye, belkî li ser asta cîhanê jî xwedî dîtineka karîzmatîk û ezmûneka dîrokî ya pirî girîngî ye, ji ber vê yekê jî wekî yek ji kesatiyên kêmpeyda yên cîhanê tê hesibandin.
Navbirî di derheqa naverok û bandora serdana Serok Barzanî ji bo Vatîkanê de jî amaje da ku, Serok Barzanî bandor û rola Vatîkanê li ser qada navneteweyî baş fêm dike, ji ber vê yekê jî dîtineka hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkêş kiriye.
Patrîk û Serokê Dêra Kildanan li Îraq û Cîhanê herwesa got: Bê guman ev serdan dê bandoreka mezin li ser rewşa me ya niha bike û min ji aliyê xwe ve ji niha ve rengvedanên erênî yên vê serdanê di nav Vatîkanê de bihîstine.
Kardînal Lwîs Sako di pareka din a gotinên xwe de tekez li ser peyama mirovî ya Serok Barzanî kir û ron kir: Peyama cenabê wî ji bo Vatîkanê zelal bû; parastina rûmeta mirovan û dûrketina ji çareseriyên leşkerî, li şûna wê penabirina ji bo diyalog û aştiyê.
Navbirî pesna Herêma Kurdistanê da û wekî nimûneyeka bilind a pêkvejiyanê li deverê binav kir û got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê îspat kiriye ku hemî pêkhate dikarin bi hevahengî bi hev re bijîn. Ew pêşketin û tenahiya ku li Herêma Kurdistanê heye ezmûneka kêmpeyda ye ku hejî wê yekê ye ku hemî alî çav lê bikin û feydeyî jê werbigirin.