HSD: Em ji civaka navneteweyî dixwazin binpêkirinan bişopînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand: Tevî ku peymana agirbestê hatiye bicîhanîn, Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser deverên Cizîre û Kobanê berdewam kirine û jinek şehîd bûye.

Li gorî ragihandina HSDê, ew agirbest ji saet 20:00 ê duhî (Sêşem, 20.01.2026) ve hatiye destpêkirin, lê wan koman tevî agirbestê hejmareka êrîşan kiriye, ku hûrgilî bi vî rengî ne:

1. Duhî saet 20:10: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi topên giran bajarokê Zirganê li bakurê Hesekeyê topbaran kir û ew topbaran ji bo dema zêdetir ji saetekê berdewam bû.

2. Duhî saet 20:20: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrîşî gundê Til Barûdê li ser rêya Ebyez - Ebyezê li başûrê Hesekeyê kir.

3. Îro saet 11:30 ê sobehê: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrîşî hêzên HSDê li derdora bajarkê Sirînê kir, hêzên HSDê bersingên wan girtin û êrîşa wan şkand.

4. Îro saet 11:45 ê sibehê: Hêzeka girêdayî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li gundê Basilê li ser rêya Ebyez - Ebyezê li başûrê Hesekeyê êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

5. Îro saet 14:10: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li derdora bajarokê Sirînê li başûrê Kobanê êrîşeka din kir ser hêzên HSDê, lê hêzên HSDê karî wê êrîşê bişkînin.

6. Îro saet 14:45: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê gundê Hemdûnê li başûrê Kobanê bi çekên giran topbaran kir û jinek hat kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di dawiya wê ragihandinê de pabendbûna xwe ya bi peymana agirbestê û dûrketina ji aloziyan tekez kir. Herwesa bang li aliyekê garantîker û civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe werbigirin û van binpêkirinan bişopînin da ku sivîlan û tenahiya deverê biparêzin.