CENTCOM: Em dê 7000 girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê veguhêzin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi armanca rêgirtina li revîna wan û bi hevahengiya Bexdayê, Amerîkayê dest bi bicihanîna planeka mezin ji bo veguhestina heft hezar çekdarên DAIŞê ji Sûriye bo Iraqê kiriye. Wekî pêngava yekê jî, îro 150 çekdar ji Hesekeyê hatine veguhestin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 21.01.2026) ragihand ku, wan îro pêvajoyeka nû ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bo Iraqê daye destpêkirin, ev jî bi merema piştrastbûna ji mana wan li cihekê parastî.

Li gorî wê daxuyaniyê, ew pêvajo hatiye destpêkirin û hêzên Amerîkayê bi rengekê serkeftî 150 girtiyên DAIŞê ji girtîgeheka bajarê Hesekeyê yê Sûriyeyê bo cihekê ewle li nav axa Iraqê veguhastine.

CENTCOMê eşkere jî kir ku, armanca dawiyê ew e ku nêzîkî heft hezar çekdarên DAIŞê yên girtî ji Sûriyeyê bo girtîgehên di bin kontrola Iraqê de bên veguhestin.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di vî warî de ragihand: Em bi hevparên xwe yên deverê re, xasma jî Hikûmeta Iraqê, ji nêz ve hevahengiyê dikin û em ji dil spasiya rola wan di misogerkirina şkandina bi tevahî ya DAIŞê de dikin.

Brad Cooper tekez jî kir ku, veguhestina rêkxistî û ewle ya van girtiyan ji bo rêgirtina li her bizaveka revînê ji girtîgehan girîng e, ku dikare li ser ewlehiya Amerîkayê û deverê bibe gefeka rasterast.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku di sala 2025ê de, hêzên Amerîkayê û hevparên wan zêdetir ji 300 endamên DAIŞê li Sûriyeyê girtine û her di wê demê de zêdetir ji 20 çekdaran jî kuştine.