Mesrûr Barzanî: Em veberhêneran piştrast dikin ku em pabendî peymanên xwe ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, kilîla tenahiya siyasî li deverê vejîna aborî ye û Herêma Kurdistanê jî dê bibe xala bihevgihîştina şaristaniyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) di çarçoveya bizavên nasandina derfetên veberhênanê û xurtkirina cihê aborî yê Herêma Kurdistanê li navendên navneteweyî de, tevlî şîvxwarineka taybet bû ku ji aliyê Serokê Koma Şîrketên Karê Şêx Baz Berzincî ve di çarçoveya Korbenda Davosê de hatibû rêkxistin.
Di wê şîvxwarinê de, kesatiyên navdar ên wekî Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, Parlamenter û Wezîrê berê yê Brîtanyayê Nadim Zahawi, Bazirganê navdar ê Amerîkatê Ross Pero û hejmareka veberhênerên Kurd û biyanî amade bûn. Mijara sereke ya nîqaşan pêşkêşkirina derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û deverê bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de bal kişand ser reformên bingehîn ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: Pêşveçûna aborî ji bo bidestxistina tenahiya siyasî û ewlehiyê şert û bingeha sereke ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, Herêma Kurdistanê ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk ê stratejîk li Rojhilata Navîn dixwaze bibe xala bihevgihîştina şaristaniyên kevn û pireka aborî ya bihêz.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser sektora xizmetguzarî û enerjiyê nûçeyeka girîng ragihand û soz da ku, heta dawiya îsal elektrîka 24 saetî dê li seranserê Herêma Kurdistanê ji welatiyan re bê dabînkirin.
Mesrûr Barzanî di pareka din a gotinên xwe de li ser mijara petrol û gazê axivî, xasma jî di rewşa niha ya Iraqê de ku di qonaxa avakirina hikûmeta nû ya federal de ye. Ron jî kir ku, pirsa enerjiyê û rêvebirina çavkaniyên xwezayî jî mijarên sereke yên tewerekê din ê danûstandinan e û xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina veberhênanê di vê sektorê de jî tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dawiya peyama xwe piştrastî da şîrketên navneteweyî û got: Herêma Kurdistanê bi tevahî pabendî hemî wan lihevkirin û peymanan e yên ku bi veberhêner û dostên me re hatine îmzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa bang li şîrketên navneteweyî jî kir ku, bê dudilî bên Herêma Kurdistanê û feydeyî ji wê jîngeha guncayî werbigirin, ku ji bo veberhênanê hatiye amadekirin.