Îtalya: Rola Serok Barzanî di parastina Kurdên Sûriyeyê de hejî rêzgirtinê ye
Îtalyayê piştgiriya xwe bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 21.01.2026) li bajarê Romayê, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ji bo Îtalyayê de, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re civiya.
Mijara sereke ya wê civînê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û ewlehiyê ya deverê, bi taybetî jî pêşhatên dawiyê yên Sûriyeyê hatibû terxankirin. Her du alî bi berfirehî li ser xeteriyên serhildana terorîstên DAIŞê di vê rewşê de axivîn û tekez kir ku, divê pirsgirêk û alozî bi rêya diyalog û hevfêmkirina aştiyane, dûrî zimanê zivir û tundûtûjiya leşkerî, bên çareserkirin.
Antonio Tajani di pareka din a wê civînê li ser navê hikûmeta welatê xwe pesna rola jîrane û bibandor a Serok Barzanî di çespandina çanda pêkvejiyanê û parastina tenahiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê da.
Navbirî rêzeka taybetî li bizavên berdewam ên Serok Barzanî ji bo bidestxistina aştiyê li Sûriyeyê girt, bi taybetî jî bizavên wî ji bo parastina gelê Kurd li wî welatî ji her îhtîmaleka nexwestî û dûrxistina wan ji nexweşî û wêrankariyan.
Têkiliyên dualî yên di navbera Hewlêr û Romayê de mijareka din a nîqaşan bû; her du alî li ser girîngiya berdewamkirina têkiliyan û pêşxistina wan di hemî warên cuda cuda de hevnerîn bûn.
Li dawiyê jî, Wezîrê Derve yê Îtalyayê pabendbûn û piştgiriya welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd tekez kir.