Ano Cewher: Vatîkan û Îtalya wekî "mirovê aştiyê" li Serok Barzanî dinêrin
Navenda Nûçeyan (K24) –Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, rayedarên Vatîkan û Îtalyayê Serok Barzanî wekî serokekî aştiyê dibînin û di hevdîtinê de giringiyeke mezin dane modela pêkvejiyanê ya Kurdistanê.
Ano Cewher ê ku di şandeya ligel Serok Barzanî de ye, der barê hevdîtina li Vatîkanê de diyar kir, Serok Barzanî wekî "serokê netewe û nîştimanekê" serdana Papayê Vatîkanê kiriye û ji aliyê Qedasetê Papa ve bi awayekî dîrokî hatiye pêşwazîkirin.
Ano Cewher eşkere kir, di navbera Serok Barzanî û Papayê Vatîkanê de hevdîtineke taybet a dualî pêk hatiye û ev civîn demeke dirêj berdewam kiriye. Cewher got: "Desthilatdarên Vatîkan û Îtalyayê wekî 'mirovê aştiyê' li Serok Barzanî dinêrin û ji bo rola wî ya li herêmê rêzeke mezin nîşan didin."
Li gorî Cewher, di civînê de mijara herî giring a ku li ser hatiye sekinandin, çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê bûye. Rayedarên Vatîkanê pêzanînên xwe ji bo parastina pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê anîne ziman.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ano Cewher ragihand, serdana Serok Barzanî berdewam dike û di rojên pêş de dê çendîn hevdîtinên din ên giring ligel rayedarên payebilind bêne encamdan.