Xelkê Qamişlo bi alayên Kurdistanê pêşwaziya karwana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke mezin a alîkariyên mirovî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) gihîşt bajarê Qamişloyê. Welatiyên bajarî bi bilindkirina alayên Kurdistanê û dirûşmên yekîtiya neteweyî pêşwaziya karwanê kirin.

Karwana alîkariyê ku ji dehan barhilgir, ambûlans û tîmên pispor pêk tê, bi şeva borî gihîşt navenda bajarê Qamişloyê. Xelkê bajêr, ji zarokan heta kal û pîran, li kolanan kom bûn û bi coşeke mezin pêşwaziya tîmên Dezgeha Barzanî kirin.

Welatiyên ku beşdarî pêşwazîkirina karwanê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Serok Mesûd Barzanî kirin. Welatiyê bi navê Bextiyar Resûl diyar kir ku ev alîkarî di vê dema dijwar de ji bo wan gelekî giring e û got: "Em spasiya Cenabê Serok Barzanî dikin ku her tim li kêleka miletê xwe ye. Ev karê dîplomatîk û mirovî, dilê me aram dike."

Herwiha dayika bi navê Fatime Hemo jî bi hestyarî axivî û got: "Em qurbana serê Serok Barzanî bin. Piştgiriya wî ji bo Rojavayê Kurdistanê gelekî giring e. Heya dinya hebe, bila Serok Mesûd Barzanî hebe."

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ne tenê niha, lê pêştir jî gelek caran alîkariyên mirovî gihandine Rojavayê Kurdistanê û di erdheja 2023an, wek yekem dezgeha xêrxwaziyê alîkarî gihandibûn Efrînê.